Salih Mislim: Amerîka ti gerantî derbarê Efrînê ne daye
Salih Mislim got: "Amerîka li gorî berjewendiyên gefên Tirkiyê li ser Efrînê dinirxîne, ji ber vê yekê jî em li bendî helwesta Amerîka yan ya Rûsya namînin, û emê pişta xwe bi xwe girêbidin, lê her bizavek ji her aliyekî ji bo nehiştina gefan, wê cihê pêşwaziyê be".
Mislim diyar kir, ku ti navberiyeke navdewletî tine ye ji bo derketina YPGê ji Efrînê bermaberî nehiştina gefan li ser wî bajarî û got: "Em ji bajar dernakevin û emê li ber xwe bidin".
Duh di daxuyanyekê de, PYD ji civaka navdewletî û Encûmena Ewlehiya Navdewletî kiribû, ku navçeyên bakurê Sûrya bikin navçeyeke aram.
K24
