Amerîka piştgiriya diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike
Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember kêmbûna aloziyan û dîdar û civînên erêniyên navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û hêvî xwest ku ji bona gihiştin bi encamekî minasin û bi taybetî pirsa balefirxaneyan, miaş û pêdawîstiyên din yên Herêma Kurdistanê, ew civîn berdewam bin û piştgiriya xwe ji bo danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir.
Şandeya Amerîkayê tekîd li ser têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê û berdewamikya hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya xwe ji bo prosesa siyasî û hilbijartinê li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya rola Hevpeymanan kir ku di salên borî de bi serokatiya Amerîkayê di şerê dijî DAÎŞê de roleke mezin lîst û bi pêdvî zanî Hevpeyman alîkariya Hewlêr û Bexdayê bikin daku ji bona çareserkirina tev asrîşeyan li ser danûstandinan berdewam bin.
Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember encamên civînên çend rojên dawiyê yên di navbera şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de ku çend gavên baş ber bi pêş çûne, nîşan da, ev civîn bi gaveke cidî wesif kirin û hêvî xwest civîn bigihin encamekê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.
Li dor rewşa navxweyîya Herêma Kurdistanê jî, Serokwezîr diyar kir ku têkelî û diyaloga cidî di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de heye û hemû alî dixwazin hilbijartin bên kirin.
