Îbrahîm Biro: Bila PYD, Kurdistana Sûriyê neke meydana şerê PKK û Tirkiyê
Îbrahîm Biro, ku niha endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê ye, li ser gefên Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji televîzyona K24 re ragihand, ew li dijî wê yekê ne Tirkiye yan her hêzeke din derbasî Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bibe.
Biro her wiha da zanîn ku wan wek ENKS ji Tirkiye û Rûsyayê xwastine li hember Efrînê operasyoneke serbazî neyê kirin.
Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê pêwendiyên PYDê bi PKKê re sebeba serekî ya gefên Tirkiyê li ser Rojava û Efrînê zanî û got, bila PYD Efrîn û Kurdistana Sûriyê neke meydana şerê Tirkiye û PKKê. Divê PYD li xwe vegere.
Basnews
