Yekgirtûya Islamî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di kongreyek rojnamevanî de ragihand ku, bi piraniya dengên Serkirdayetiya Yekgirtû, biryar dan ji Hikûmetê vekişin.
Got jî ew li dijî Hikûmetê nîn in û naxwazin ev hikûmet bê rûxandin û valahiya ewleyî durist bibe, lê man a wan di Hikûmetê, ji ber wê ye ku bi xelkê re fedîkar in.
K24
