• Thursday, 19 February 2026
logo

Ala Talabanî û Aras Cengî di çarçoveya kongereya "Parastina yekparçeya Iraqê" de tên xelatkirin

Gulan Media January 17, 2018 Nûçe
Ala Talabanî û Aras Cengî di çarçoveya kongereya
Di çarçoveya kongreya Parastina yekpeçeya Iraqê de weke du kesên ku, rola wan di vê babetê de hebû endama fraksiyona YNKê Ala Talabanî û kadirê wê partiyê Aras Cengî hatin xelatkirin.

Derbarê vê yekê berpirsê encûmena serkirdayetiya Kerkûk- Germiyan yê PDK Selah Delo ji BasNewsê re ragehand ku, xiyaneta 16ê Oktoberê babeteke mezine, xiyanet bi kurd, dîroka kurdan û Kerkûkê hat kirin, ew kesên xiyanet kirîn xuyane û hemû kes wan nas dike çi xelkê Kerkûkê, çi xelkê Kurdistanê û yê Iraqê jî û dizanin kî ne.

Derbarê xelatkirina wan her du kesan jî got ku, destê Ala Talebanî û Arasa Cengî di xiyaneta 16ê Oktoberê hebû lewma ew li gel wan pêwendiyan dikin û wan xelatdikin.

Berî niha nivîskar û siyasetmedarê kurd Kamîl Jîr ji BasNewsê re rexne li partî û parlamenterên kurd kirin û dibêje: ‘’Dijmin xelat dide kesê nokerê wî.’’

Duh 15.01.2018ê her yek ji kadirê YNK Aras Cengî û endama fraksiyona YNKê Ala Talabanî ku alîgirek tund ê Iraq a Erebiye û wek parlamentera herî baş a sala 2017ê hatin xelatkirin.


Basnews
Top