Felah Mistefa: Pêwîste Iraq bibe welatek konfederal
Felah Mistefa di gotarekê de, ku rojnameya Le Monde ya Fransî belav kiriye dibêje: "Ji nû ve avakirina sîstemî siyasî li Iraqê piştî sala 2003yan, bi sedema meşandina siyaseta tayfeyî ve ew sîstem biser neket. Niha eger Hikûmet û civaka navdewletî bixwazin Kurd beşekî Iraqê bin, divê rewşa niha ya Iraqê bê guhertin û dibe ku sîstema niha ya Iraqê bibe sîstemeke konfîdralî".
Felah Mistefa di gotara xwe de hişyariyê ji piştguhkirin û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê re dide û dibêje wê ew yek pêşerojekê xirab bi xwe re bîne.
