“Hêza sînorparêz pilanên Tirkiyê pûç dike”
Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji ajansa “Novosti” a Rûsî re ragihand, erkê wê hêza bi navê parastina sînor ji parastina sînorê Sûriyê û parastina welatiyên Sûriyê yên ji ber şer direvin û rûbirûbûna rêxistinên terorê yên sûdê ji rewşa ne cîgir a di navbera sînorê Sûriyê û Tirkiyê de dibînin ji bo êrîşa Rojavayê Kurdistanê bikin.
Herwiha dibêje: “Ew hêz ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên navçê pêk tê, dê gerentiya rêgiriyê li planên Tirkiyê yên perçekirin û dabeşkirina Sûriyê bigire.”
Ji aliyê xwe ve, Şamê ev gavên avakirina hêza sînorparêz ya ser bi Hêzên Sûriyeya Deemokratîk (HSD) ve bi destdirêjiyeke zelal û rasterast li ser serwerî û yekperçeya welatên xwe binav kir.
Tirkiye jî ji Sûriyê nîgerantir e û dest bi tevgereke leşkerî li dijî Efrînê kiriye û di dawî daxuyaniyên girêdayî bi Efrînê Serokomarê Tirkiyê ragihand, di demeke kurt navçê kontrol dikin.
K24
