"Tirkiye bêyî rêdana Amerîkayê nikare operasyonekê li dijî Efrînê bike"
Tirkiye roj bi roj hêza xwe ya serbazî li ser sînorê Efrînê zêde dike. Rayedarên Tirkiyeyê jî ji ber piştgiriya çekdarî rexneyan li Amerîkayê dikin û dibêjin; em ê îro-sibe operasyonekê bibin ser Efrînê. Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî, Tirkiye dixwaze xelkê sivîl ji ber gefên operasyonê ji Efrînê derkeve da ku operasyona tê qalkirin, bi hêsanî bi encam bibe. Civaknas û şîrovekarê siyasî Hesîb Yukuş operasyona li hember Efrînê şaş dibîne û dibêje; Tirkiye dixwaze ku Kantonên li Bakûrê Sûriyeyê, ji hev û din cuda bike da ku siberoj li pêşiya wan nebin gef.
Hesîb Yukuş ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye niha bala xwe daye ser PYD'ê û naxwaze hêzeke zêde ya PYD'ê were avakirin. Tirkiye stratejiya Amerîkayê ji ber ewlekariya xwe ya neteweyî jî xetere dibîne."
Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî; Tirkiye bi Rûsya, Rejîma Sûriye û Îranê re li ser meseleya Îdlîb û Efrînê li hev kiribûn û li gorî vê li hevkirinê, hêza Tahrîr û Şamê, bi çekdarên xwe derbasî Îdlîbê bûn. Lê ji ber ku ev hêz jî ji aliyê Rûsya û rejîmê ve bû armanca êrîşan, Tirkiye jî xwe wekî ku hatiye xapandin dibîne û dixwaze bi amadekariyên operasyona Efrînê ji bo alternatîfeke din li ser maseyê destê xwe xurt bike. Li gorî ragihandina Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP'ê Sînan Çîftyurek, Tirkiye di nav du agiran de maye lê ya rast ew e ku ji operasyoneke li hember Efrînê dûr bisekine.
Sînan Çîftyurek dibêje: "Ji xwe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser meseleya Îdlîbê nakokî çêbûn. Li gorî min Rûsya û Amerîka destûra operasyona Tirkiyeyê nadin. Amerîka dixwaze ku îro Kurdên Rojava jî wekî yên Başûr federasyoneke ku xwedî çek bi dest Kurdan ve were."
Bi gotinên rayedarên Tirkiyeyê û amadekariyên serbazî, peyameke wisa tên dayîn ku Tirkiye ji bo operasyona li hember Efrînê bi biryar e. Lê şîrovekarên siyasî siyasî encamdana operasyona Efrînê rast nabînin û dibêjin; heger Tirkiye operasyonê bike, dê hem li qada neteweyî, hem jî li qada navneteweyî, bi astengiyan re rû bi rû bimîne.
K24
