Dîplomatkarê Amerîkî: Balefirên alîkarî ji YPGê re dibin ji Tirkiyê radibin!
James Jeffery li Amerîka di paneleke derbarê peyvendiyên Tirkiye û Amerîkayê de axivî û got, ji bo alîkariya YPGê hincet tên girtin, Tirkiye her roj nerazîbûn li dijî Amerîkayê nîşan dide. Lê di şerê li dijî DAIŞê de balefirên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ti carî rêgirî li balefiran nake.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan demek e gefa destpêkirina operasyona li dijî Efrîn dike û dibêje, Artêşa Tirkiyê amadeyiyên temam kirine û dê di demeke kurt de dest bi operasyonê bike.
Basnews
