Artêşa Tirkiyeyê îro jî êrîşî ser Efrînê kir
Şeva bûrî dîsan gundê Qerebaba yê devera Reco jî hate topbaran kirin û Gundên Kefercenê û Qitmê yên devera Şera jî bûn armanc.
Derbara van êrîşan de nivîskar Hesen Hesen ku, li herêma hatîye armanc girtin li devera Cindirêsê dimîne, ev agahî bi me re parve kirin: Êrîşên Artêşa Tirk bi topên giran û tankan ji Îdlibê û ji bargehên li Hatay pêk hatin".
Di agahîyan de, gundên herdu deverên Şêrewa û Cindirêsê hatin armanc kirin, weke, Îska, Celemê, Biyê, basûfan, Mela Xelîl, Dêr Belûtê, Hememê û nêzî bajarokê Cindirêsê, ku zirara madî li wan deran çê bûye.
K24
