• Thursday, 19 February 2026
logo

Kuştina du kesan li Minbic hişt ku xelkê wî bajarokî li dijî HSD gireva giştî rabigehînin

Gulan Media January 15, 2018 Nûçe
Kuştina du kesan li Minbic hişt ku xelkê wî bajarokî li dijî HSD gireva giştî rabigehînin
Li gorî ajansên opozisyona Sûryê, serokhozên bajarokê Minbic daxwaz ji xelkê wî bajarokî kirine ku dukanên xwe venekin û gireva giştî rabigehînin, heya ku Hêzên Sûrya Demokrat kesên ku herdu xortên êla El-Bobna kuştine eşkere bikin.

Herweha rêveberiya wî bajarokî ku bi ser HSDê ve ye, belav kiriye ku hin kes hene dixwazin tevliheviyê li Minbic çêkin û di serî de Hikûmeta Sûryê û Artêşa Azad, bi gotina rêveberiya wî bajarokî: Ewana dixwazin aramiya wê deverê têk bidin, ji ber vê yekê jî xelkê wî bajaorkî dest bi xwepêşandanekê li dijî wan kiryaran kiriye.

Îna derbasbûyî jî xwepêşandanek li dijî HSDê li wî bajarokî hat sazkirin, di wê xwepêşandanê de, êla El-Bobna HSD bi îşkencedan û kuştina herdu xortên xwe tometbar kir.

K24
Top