'Nêzîkbûna MHPê û AK Partiyê metirsî li ser destkeftên Kurdan çê dike'
Serokê MHPê Delet Bahçelî ragihand ku ew di helibjartinên serokatiya Tirkiyê de çi namzetan destnîşan naken û dê hemû MHPyî li pişt Recep Tayyip Erdogan serokomarê niha yê Tirkiyê bibin yekdeng.
Tifaqa MHPê û AK Partiyê herî zêde destkevtên Kurdan dixe bin metirsiyê û hêviya destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan Kurdan jî kêm dike.
Serokê berê yê AK Partiyê li Amedê Aydin Altaç ji Rûdawê re derbarê vê mijarê de wiha got: “Ji niha de em nikarin bêjin ku tifaqa AK Partî û MHPê dê bandoreke xirab li dengê Kurdan bike. Proje û çareseriyên hevber ên siyasî, civakî û aborî yên heremê dê bibe diyarde. Helbijêr dê gorî kirinên wan partiyan biryara xwe bidin.”
Parlemeneterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muslîm Dogan jî got: “Ji bo Kurdan tekoşîn dê bidome. Lazim e ku Kurd tifaqên li hember xwe baş bibînin û fikra dewleta netewî û neteweya desthilat baş fêm bikin. Li her çar parçeyan lazim e Kurd vê yekê bibînin.”
Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu jî anî ziman: “Di gellek meseleyan de Partiya Dad û Geşepêdanê biryarekê dide û paşî nizane dê li gorî biryar û armanca xwe çi bike. Meseleya pêvajoya aştiyê jî wisa bû. Kes niza armanca wan çi bû. Demildest pêvajoya aştiyê bi dawî hat, çima ? kes nizane.”
rudaw
