PKKê nasnameya du berpirsên MÎTê aşkere kir
PKKê di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kir, ku navê wan her du berpirsên Îstîxbarata Netewiya Tirkiyê (MÎT), Erhan Pekcetin û Aydin Gunel e, ku bo dema 20 salan ji bo MÎTê xebitîne.
PKKê ragihandiye, wan ew berpirsên MÎTê di demekê de girtine, ku MÎTê dixwast li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê operasyonekê li dijî PKKê pêk bîne, lê belê berî ku MÎT bikare operasyona xwe encam bide, gerîlayên wan ew her du berpirsên îstîxbarata Tirkiyê desteser kirin.
Di destpêkê de PKKê bi sedema ku ti pirsgirêk dernekevin, derbarê wan girtiyên MÎTê ti zanyarî belav nekirin, lê belê tekezî li ser wê yekê kir, dema ku pêwîst be, ew dê zanyariyan aşkere bikin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya PKKê, her du berpirsên MÎTê, Erhan Pekcetin û Aydin Gunel ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MÎTê Hakan Fîdan ve bo pêkanîna operasyoneke li dijî PKKê li nav Herêma Kurdistanê hatibûne erkdarkirin.
Bi aşkerebûna girtina endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve alozî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û bi taybet Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de derket. Destpêka alozbûna wan pêwendiyan jî bi girtina ofîsa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û deportkirina Nûnerê YNKê Behroz Gelalî ji Tirkiyê dest pê kiribû.
Berpirsên YNKê diyar kiribûn, ku rayedarên Tirkiyê baca xeletiya xwe bi YNKê didin, wan bi xwe xeletî kirine û dixwazin berpirsyariya vê xeletiyê bixin stûyê YNKê. Çimku du berpirsên Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) li nêzîkî bajarokê Dukanê ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibûn revandin.
Her çi qas Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di destpêkê de hewl da, ku pêşî li belavbûna nûçeya revandina berpirsên MÎTê bigre, lê bi ser neket.
Piştre Partiya Komarî ya Gel (CHP) daxwaza lêkolîna sedem û çawaniya revandina wan du karmendên pilebilind ên MÎTê kir û tekezî li ser wê yekê kir, ku 20 karmendên MÎTê di destê PKKê de ne.
Medyayên ser bi PKKê ve aşkere kirine, ku ew du karmend 20 sal in ku endamên MÎTê ne û berpirsên fermangehên taybet in. PKKê herwiha ragihandiye, ku her du berpirsên MÎTê yên di destê wan de gelek zanyariyên li ser çalakiyên MÎTê îtiraf kirine û derbarê kuştina çar berpirsên PKKê de û ji wan Sakîne Cansiz û hevalên wê hin zanyarî aşkere kirine, ku di sala 2013an de li Parîsê hatibûn kuştin.
PKK, Tirkiyê weke berpirsyarê kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê dizane, lê belê Enqere wê yekê red dike.
Rudaw
