Tirkiyeyê ji bo Kerkûkê bang li Iraqê kir!
Îbrahîm Kalin di derbarê geşedanên li Tirkiye û herêmê û herwiha rewşa Kerkûkê bersiva pirsên rojnamegeran da. Kalin di derbarê Kerkûkê de ku çend roj berê berpirsekî Eniya Tirkmen ê bi navê Elaedîn Ebdulmeqsûd Salihî di encama êrişeke çekdarî de hatibû kuştin, bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha axivî: “Hêviya me ew e ku hikûmeta Iraqê li ser van êrişan demildest lêpirsîn bide destpêkirin. Divê hikûmeta Iraqê tedbîrên pêwîst bigire.”
Îbrahîm Kalin herwiha di derbarê xwepêşandanên li Îranê got, “Eger hin kes bixwazin l derve hewl bidin ku li Îranê aliziyan derxînin, ev bi sernakeve. Em hêvîdar in ku di demek nêz de ew kêşe were çareserkirin.”
Kalin li ser kongreya Soçiyê jî ragihand ku ew aliyê ku dê beşdar bibin divê ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve werin qebûlkirin. Kalin wiha axivî: “Rûsyayê diyar kiriye ku PYD beşdar nabe. Helwesta me zelal e û Îran û Rûsya jî vê helwestê qebûl dikin.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê di derbarê îdîayên bicihkirina leşkerên Rûsyayê li Tirkiyê jî ev tişt gotin: “Tişteke wiha nîn e, lêbelê dibe ku di navbera herdu aliyan de hatinûçûnek hebe.”
Basnews
