Goran: Amerîkayê pêşwazî li serdana me ya bo Bexdayê kir
Endamê Jûra Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Tevgera Goranê Şunas Şêrko ji Rûdawê re ragihand: “Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman û Konsulê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross serdana baregeha sereke ya Goranê kir û li gel Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Umer Seyîd Elî û Rêveberê Jûra Pêwendiyên Dîplomasiyê Wişyar Umer civiyan. Şanda Amerîkayê pêşwazî li serdana şanda sêalî ya Goran, Komel û Hevpeymanî kir ku serdana Bexdayê kiribûn û herwiha hêviya xwe anîn ziman ku Kurd bibin yek û tifaqê bikin.”
Şunas Şêrko ku beşdarî civînê bûye, got: “Di civînê de behsa pirsgirêkên Kerkûk, Xurmato û awareyan hate kirin, ku heta niha aware venegeriyane. Herwiha hate daxwazkirin ku di vegerandina wan de Amerîka rolekê bilîze û li gor destûrê, Kurd bikarin bi hevbeşî deverên nakokî birêve bibin û desthilata Kurdan hebe.”
Şêrko herwiha aşkere kir: “Goran ji bo hilbijartinên Iraq û Kurdistanê amadebûna xwe nîşan da, lê du xalên sereke mebest bûn ku Amerîka piştgirî bikin, ew jî ev in ku hilbijartineke pak were kirin û tomara dengderên Herêma Kurdistanê were paqijkirin, ku zêdetirî 500 hezar dengderên dubare û welatiyên ku mirine hene. Herwiha hate pêşniyarkirin, ku Amerîka li gel Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê hewl bide ku sindoqa elektronîk ji bo hilbijartinên Kurdistanê bidin anîn.”
Endamê Jûra Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Goranê Şunas Şêrko destnîşan kir: “Me daxwaz kir, ku Amerîka di derbarê vekirina herdû firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê de alîkariya me bike. Şanda Amerîkayê jî aşkere kir, ku hikûmeta Iraqê di mijara vekirina herdû firokexaneyan de niyetpakiya xwe nîşan daye, ku eger firokexane û deriyên sînorî di çarçoveya destûrê de, di bin çavdêriya Bexdayê de bin.”
Şandeke hevbeş a Goran, Komel û Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadmendiyê şeva çarşemê çû Bexdayê û îro pêncşemê 4ê Çileya 2018an li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.
Ji bilî vê şanda sêalî, Bafel Talebanî, kurê mezin ê Celal Talebanî ku piştî koça dawî ya bavê xwe û Sekreterê Giştî yê YNKê, niha roleke mezin di nava YNKê de dilîze, serdana Bexdayê kiriye û her îro li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Bizava Hîkme Emar Hekîm hevdîtin pêk aniye.
Rudaw
