Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Tirkiyê kir
Îro danê sibê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li konsulê nû yê Tirkiyê Hakan Karaçay kir.
Hat gotin ku di hevdîtinê de pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê hatine axaftin.
Di hevdîtinê de berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê Felah Mistefa û berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî jî beşdar bûn.
Konsulê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay meha Kanûna sala 2017 dest bi kar bibû.
Basnews
