• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Li şûna min kesekî din destnîşan bikin

Gulan Media January 4, 2018 Nûçe
Demîrtaş: Li şûna min kesekî din destnîşan bikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş dê di Sêyamîn Kongreya Asayî ya HDPê de dîsa nebe namzedê hevserokatiyê.



Hevserokê HDPê yê girtî Selahattin Demîrtaş bi nameyekê diyar kir ku ew dê di Sêyamîn Kongreya Asayî ya HDPê de nebe namzedê hevserokatiya partiyê.



Selahedîn Demîrtaş di nameyeke de ji partiya xwe û ji raya giştî re ragihandiye ku ev ji salekê zêdetir e ku tevî hevalên xwe yên din dîl hatiye girtin û hikûmeta Tirkiyê dixwaze tola xwe jê rabike.



Nameya Selahedîn Demîrtaş, Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay di civîneke çapemeniyê de xwend.



Demîrtaş di nameya xwe de diyar kir ku rewşa wî hêj zelal nebûye û ew nizane dê çiqas din di zîndanê de girtî bimîne lewma ew daxwaz ji rêvberiya HDPê dike ku di kongreya xwe ya bê de li şûna dahatî hevserokekî nû destnîşan bikin.



Hevserokê HDPê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew dê her ligel partiya xwe be û dê ji bo demokrasiyê berdewam bixebite.



Biryar e Sêyamîn Kongreya Asayî ya HDPê 11ê Sibata 2018ê birêve biçe û xebatên HDPê li ser vê yekê berdewam in.



Weke tê zanîn Selahattin Demîrtaş derbarê kongreyê de ji meclîsa partiya xwe re beriya niha jî peyamek şandibû û tê de gotibû: “Dema hûn derbarê min de her biryarê bidin dudilî nebin. Heger pêwîst bike ez dikare dest peywira xwe ya hevserokatiya HDPê berdim.



Meclîsa Partiyê ya HDPê di civîna xwe de biryar da ku ew dixwazin dîsa Demîrtaş weke hevserokê giştî yê partiyê berdewam be.



Selahattin Demîrtaş di salên 2014 û 2016ê de li kongreyên asayî de weke hevserokê giştî hatibû hilbijartin.

Rudaw
Top