Dadgeha Diyarbekirê, derbarê cîgirê serokê firakisyona HDPê di Perlemana Tirkiyê de Idrîs Balûken, biryara xwe da û bi tohmeta ku ew endamê PKKê ye, sizaya şazde sal û heşt meh zindankirin li wî birrî.
Piştî biryara dadgehê hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay civîneke rojnamevanî lidar xist û got: "Dadgehê bi vê biryarê êrîşê HDPê kiriye û maf binpê kiriye".