Leşkerên Erebistana Siûdî ketin kemînê: 10 kuştî
Li gorî nûçeya malpera Al Masdarê, karwanê leşkerî yê artêşa Erebîstana Siûdî li herêma Cîzanê kete dawika çekdarên rêxistina Ensarullahê.
Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku çekdarên rêxistina Ensarullahê li herêma Cîzanê ku gelek caran artêşa Siûdî wê rêyê bikar tîne bombe vedan.
Bombe di dema derbasbûna karwanê leşkerî ya Erebîstana Siûdî de teqiya. Li gorî malpera Al Masdarê di encama teqînê de herî kem 10 leşkerên Siûdî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Dîmênên teqînê li ser malperên nêzîkî rêxistina Ensarullahê jî hatin parvekirin.
Basnews
