Kurdistan pêşwazî li raporta UNAMI ya li ser Xurmatoyê dike
Daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye weşandin, diyar dike, tevî ku %56ê niştecihên navçeya Xurmatoyê Kurd in, kêmîneyên Tirkmen û Erebên Şîe hewl didin demografiya navçeyê bi rêya hêzê biguherînin û vê yekê jî bi rêgirtina vegera awareyên Kurd pêk tînin.
Ofîsa Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî diyar kiriye, ku divê li ser bûyerên Xurmatoyê lêkolînên bi hûrgilî werin kirin û hejmarên zirar û awareyan bi awayekî rast werin belavkirin.
Di daxuyaniyê de li ser hejmara welatiyên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ji Kerkûk, Xaneqîn, Zumar, Rebîe û Xurmatoyê awareyî Herêma Kurdistanê bûne hatiye aşkerekirin, ku zêdetirî 168 hezar û 721 kes in.
Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku bi mebesta lekedarkirina nav û dengê Kurdan, ji aliyê serkirdeyên milîsên Şîe ve nûçeyên nerast û ne yasayî têne belavkirin.
Di 16ê Cotmeha 2017an de Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrişî deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin û ji ber vê yekê bi deh hezaran kes aware bûn û bi sedan malên Kurdan jî piştî şewitandinê hatin teqandin.
Rudaw
