• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirsekî eniya Tirkmanî hate kuştin

Gulan Media January 3, 2018 Nûçe
Berpirsekî eniya Tirkmanî hate kuştin
Li Kerkûkê berpirsekî eniya Tirkmaniya Îraqê hate kuştin.

Di vê derbarê de jêderekî ji bajarê Kerkûkê diyar kir ku piştî 16ê Cotmehê û dagîr kirina Kerkûkê ji aliyê heşda şebî û artêşa Îraqê ve, kuştin û teror kirina xelkê zêde bûye û rewşa ewlekarî ya Kerkûk û derdorê gelek aloz bûye û roj bi roj aloztir jî dibe.

Heman jêder diyar kir ku îro danê êwarê li taxê Eskerî ya Kerkûkê berpirsê baregeha eniya Tirkmanî ya Îraqê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hate kuştin.

Çekdarên nenas piştî kuştina vî berpirsê ji cêyê bûyerê reviyane.
Top