• Thursday, 19 February 2026
logo

Parêzgarê erebê yê Kerkûkê oltîmatom da kurdan: Gundan vala bikin!

Gulan Media January 1, 2018 Nûçe
Parêzgarê erebê yê Kerkûkê oltîmatom da kurdan: Gundan vala bikin!
Parêzgarê ereb yê Kerkûkê Rakan Cibûrî oltîmatom daye kurdên 17 gundên Kerkûkê da ku ji gundên xwe derkevin û wan gundan bidin ereban!

Berpirsê asayişa bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê Elî Mihemed ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî bi lez û bez Kerkûkê dike devereka erebî û ev pirose roj bi roj berfirehtir dibe.

Elî Mihemed da zanîn, parêzgarê ereb yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ku yekser fermanê ji Heşda Şeibî werdigire, oltîmatom daye kurdên 17 gundên nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbizê da ku gundên xwe vala bikin û wan gundan teslîmî ereban bikin!

Berpirsê asayişa Dûbizê anî ziman ku ew gundên ku parêzerê ereb yê Kerkûkê dixwaze bide ereban, gundên kurdan in û got, xelkê wan gundan di dema rêjîma Sedam Husên de hatibûn sirgûnkirin lê piştî ku rêjîm hilweşiya, xelkê wan gundan dîsa vegeriyabûn gundên xwe lê dema Heşda Şeibî dever dagîr kir, dest bi bicîhkirina erebên ku ji başûrê Iraqê hatine, kiriye.

Li gorî agahiyên wî efserê asayişê, haya NY jî ji wê rewşê heye lê heta niha NY tiştek di wî warî de nekiriye.

Basnews
Top