• Thursday, 19 February 2026
logo

Careke din Ereb li navçeyên Kurdistanî tên bicihkirin

Gulan Media December 31, 2017 Nûçe
Careke din Ereb li navçeyên Kurdistanî tên bicihkirin
Li navçeya Sergeran a ser bi qezaya Dubizê ve bi serperiştiya polîsa federal a Iraqê proseya Erebkirinê dest pê kiriye û gef li xelkê çend gundên wê navçê hatiye kirin, ji bo ji mal û milkên xwe derkevin.

Duh jî, şandek ji parlemanterên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê û Komela Îslamî serdana qezaya Dubiz û navçeya Sergeranê kiribûn.

Rêvebirê Navçeya Sergeran ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve Luqman Ehemd ji K24ê re ragihand, şanda parlemanterên Kurd a serdana Sergeranê kiriye, pirsgirêkên xelkê çareser nekirin, piştî vegera wê şandê jî, alozî di navbera Kurd û Ereban de dirust bû.

Luqman Ehemd diyar kir, Rêveberiya Navçeya Sergeranê hemû karbidestên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji wê bûyerê agahdar kirine. Da zanîn jî, biryar e şandeke Netewên Yekgirtî bi armanca ji nêzîk ve pirsgirêkan bişopîne, serdana wê navçeyê bike.

Amaje bi wê jî kir, heta niha hemû alî hatine ser xetê û piştevaniya welatiyên Kurd dikin, ji ber ku Kurd li ser xaka xwe ne û dixwazin ji malên wan derbixin û proseya Erebkirina wê navçeyê bi rê ve bibin.

Li ser wê pirsê, parlemanterê YNKê di parlemantoya Iraqê de Mehmûd Osman ji K24ê re ragihand, sedema dirustbûna pirsgirêkê li wê navçê ew e, Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî nivîsek arasteyî polîsa federal kiribû û tê da daxwaza valakirina malên Kurdan kiribû.

Mehmûd Osman ragihand jî, ne ji desthilatê Rakan Cibûrî ye ku bi wî awayî ku polîsa federalî bi wî karê bispêre û pêwîst e ji bo wê nivîsê lêpirsîneke yasayî ya tund pê re were kirin.

Ji piştî xiyanetiya 16 Cotmeha bûrî, careke din bi serperiştiya polîsa federal hewla Erebkirina wan navçeyan tên kirin, ku Erebên navçeyên Beac û Hezer li wan wê navçeyê bicih dikin.

Rudaw
Top