• Thursday, 19 February 2026
logo

Piştî kongrereya DBP’ê polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt

Gulan Media December 31, 2017 Nûçe
Piştî kongrereya DBP’ê polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya awarte ya 5’emîn a Diyarbekirê li dar xist. Di kongreyê de peyamên ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê hatin dayîn. Wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hola kongreyê de hatin daliqandin. Di dawiya kongreyê de polîsan girt ser avahiyê HDP'ê ku kongreya DBP’ê lê hatibû kirin û dest danî ser poster û hin pankartan.

Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê bi beşdariya parlementerên HDP’ê û hejmareke siyasetmedaran Kongreya bajêr a 5’emîn a awarte li dar xist. Nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP jî beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de Parlementera HDP’ê ya Diyarbekirê Feleknas Ucayê got; tevî hemû gef, girtin û binçavkirinan jî partiyên wan li ser piyan dimînin û dest ji siyaseta demokratîk bernadin.

Kongreya DBP’ê di avahiya HDP’ê de hat kirin. Hêzên polîsan di dawiya kongreyê de girt ser avahiya HDP’ê û dest danî ser wêne, poster û pankartên ku bi hinceta dijyasayî hatin dîtin.

Li gorî ragihandina rayedarên DBP’ê, di pêvajoya nû de dê DBP’ê zêdetir bi karê rêxistin û perwerdekirina partîgiran ve mijûl bibe û HDP jî dê zêdetir li ser dika siyasetê be.

Di kongreyê de Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak wekî hevserokên nû yên DBP’a Diyarbekirê hatin hilbijartin.

K24
Top