• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê encumena Şingalê: Heşda Şeibî dixwaze tevahiya êzîdiyan ji Şingalê derxîne!

Gulan Media December 31, 2017 Nûçe
Serokê encumena Şingalê: Heşda Şeibî dixwaze tevahiya êzîdiyan ji Şingalê derxîne!
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, çekdarên Heşda Şeibî dixwazin ew êzîdiyên li Şingalê mane jî derxînin û dîsa wan bidin koçberkirin.

Serokê encumena Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî ji roja ku dest danîne ser Şingalê, zorê li xelkê Şingalê dikin û bi hêcet û behaneyên vala xelkê diêşînin.

Weysî Nayîf her wiha got, ew dixwazin êzîdiyan ji Şingalê derxînin û li şûna wan ereban bicîh bikin. Ew dixwazin Şingalê bikin ya ereban!

Serokê encumena Şingalê bang li NY û Amerîka kir pêşiya wê pilana Heşda Şeibî bigirin û got, eger Amerîka û NY pêşiya vê pilana Heşda Şeibî negirin dê bibe sebeba derketina arîşeyên mezin.

Li gorî agahiyên Weysî Nayîf, beşek mezin ji malbatên ku piştî şerê DAIŞê vegeriyabûn Şingalê, ji tirsa Heşda Şeibî dîsa ji Şingalê koçber bûne û çûne Mûsil û Duhokê.

Basnews
Top