Di xwepêşandanên Loristanê de 6 hemwelatiyên kurd hatin kuştin!
Li gor agahiyên geheştin BasNewsê, di xwepêşandanên vê êvarê de li bajarê Dirûd a ser bi parêzgeha Loristanê yê rojhilatê Kurdistanê, 6 hemwelatiyên kurd rasterast bi guleyên hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.
Xwepêşandanên ku bi awayek aştiyane û bi aramî birêve diçû, li hember wê hêzên ewlehiyê bi çek û gazên rondikan êrîş kirin ser xwepêşandanan û li gor wêneyên geheştin dest BasNewsê şeş kes hatin kuştin û heta naha vê derbarê de hejmara birîndaran nayê zanîn.
Li gor çavkaniyên BasNewsê navê 4 kesên ji wan 6 kesan ku hatine kuştin waha ne: ‘’Hemze Leşinî, Muhsin Wîraysî, Mihemed Çubak û Husên Reşnû.’’
Li gor agahiyên BasNewsê hîn naha vê demê jî li gelek bajarên Îranê xwepêşandan berdewam e.
Rudaw
