• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: 2018ê dê nêzî aşitî û azadî û wekhevîyê bibîn

Gulan Media December 31, 2017 Nûçe
Demîrtaş: 2018ê dê nêzî aşitî û azadî û wekhevîyê bibîn
Hevserokê Parta Dîmokratîka Gelan HDPê bi helkefta sala nû peyamek belav kir û ragihand; Hemû alîyan pêdivî bi aşitî û azadî û wekhevîyê heye.
Selaheddîn demîrtaş ragihand; Ew di wê bawerê dane li sala 2018ê dê pitir nêzî bihayên aşitî û azadî û wekhevyê bibin, daxwaza saleka xweş jî bo hemû alîyan kir.
Li gorey wan sikalayên dozgerîya giştîya komarî li ser Demîrtaşî tomar kirîn, daxwaza 486 salên zîndanê ji bo wî tê kirin.
Şeva 4ê meha 11 ya sala 2016ê, Selaheddîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag, hevserokên HDPê û 10 perlemantarên wê partê hatîne desteserkirin, ta niha 9 ji wan di zîndanê dane.

Waar,tv
Top