Hikûmeta Kurdistan pirojeyasaya çaksaziyê di mûçeyê xanenişîniyê de pejirand
Herweha Amanc Rehîm eşkere kir ku mîkanîzmek ji pirojeyasayê re hatiye danîn daku di 90 rojên yekem ji sala diravî ya 2018an de, bikeve warê bicîkirinê de, bi vê yekê jî hem dadperwerî û hem pereyekî gellekî zêde li hikûmetê vedigere daku bikaribe beşekî mûçeyên fermanberan peyda bike.
Her di wê nivîsê de Amanc Rehîm dibêje: "Ev piroje giring e, pirojeya hevbeş ya hikûmet û Perleman û saziyên çavdêriyê û nezahe û dozgerê giştî û şûra ye, û dibe ku pirojeya tevahiya partiyên siyasî jî be".
K24
