• Thursday, 19 February 2026
logo

Îranê hişyari dan welatiyên xwe seredana Tirkiyê nekin

Gulan Media December 30, 2017 Nûçe
Îranê hişyari dan welatiyên xwe seredana Tirkiyê nekin
Balyozxaneya Îranê ya Enqereyê, di erefaya sala nû de ewlehiya Tirkiyeyê wek sedem nîşan da û hemwelatiyên xwe ji bo çûyina Tirkiyeyê hişyar kir.

Di danezana ji aliyê balyozxaneyê ve ji çapemeniya Îranê re hat şandin de ‘Ji ber rewşa derasayî û hişyariyên rayedarên Tirkiyeyê’ wek sedem hat nîşandayin û welatiyên xwe ji bo çûyina Tirkiyeyê hişyar kir.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya ku ji aliyê ajansa fermî ya Îranê (ÎRA) û çend ajansên din hat weşandin de, hat xwestin ku hemwelatiyên Îranê yên li Tirkiyeyê ji cihê qelebalix dûr bisekinin.

Ewlehiya ji bo pîrozbahiyên sersalê yên navçeya Beşiktaşê û çend navçeyên din yên Stenbolê tên stendin, di daxuyaniyê de wek mînak cih girt.

Waar.tv
Top