Piştî krîzê ji Hewlêr û Bexdayê pêngaveke hevbeş
Hikûmeta Iraqê, bi agahdariya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, ji bo hûrbînî û lêkolîna li ser lîsteya meaşxurên wezareta perwerde û tenduristî ya Herêma Kurdistanê komîsyonek pêk anî.
Rêveba Giştî ya Plandananê li Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê Viyan Mihemed Husên, ku di heman demê de endama vê komîsyonê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Fermana pêkanîna vê komîsyonê bi agahdariya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendurustî hatiye derxistin. Ji bo vê armancê jî em hatine destnîşankirin.”
Viyan Mihemed Husên amaje bi wê yekê kir, ku komîsyon dê piştî sersalê dest bi civînan bike û dubre dê hûrbînî li ser lîsteya bayometrî ya meaşxurên herdu wezaretên perwerde û tenduristiyê bikin.
Navborî got: “Heta em ne rûnin û civînan nekin, bi zelalî nizanin ka ji bo parvekirina meaşên fermanberan dest pê bike, daxwaza çi dikin.”
Serokêwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja Sêşemê 26-12-2017 ragihand, ku ew dê hûrbîniyê li ser meaşxurên wezareta perwerde û tenduristî ya Herêma Kurdistanê bikin. Ebadî daxuyakirin, ku ew hewl didin mûçeyên wan bişînin û ji bo vê armancê jî daxwaza hemahengiyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Roja 28ê Berfenbarê jî Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkeft Hemereşîd ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna civata wezîran de hatiye gotin, ku ji bo şandina lîsteya meaşxuran, divê hemahengî were kirin. Di vê çarçoveyê de Wezareta Tendurustiyê dê demek ji ya din zûtir lîsteya meaşxuran bişîne Bexdayê.”
Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir jî da zanîn, ku lîsteya wan ji bo şandinê amade ye û diyar kir, ku bi giştî 52 hezar fermanberên hertimî û yên bi girêbest ên Wezareta Tenduristiyê hene.”
Rudaw
