• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîk: Em dabeşkirina Sûriyê naxwazin

Gulan Media December 30, 2017 Nûçe
Amerîk: Em dabeşkirina Sûriyê naxwazin
Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ragihand, ew naxwazin Sûrya dabeş bibe û ewê karên xwe li navçeyên derveyî desthelata hikûmetê çalak bikin.

James Mattis diyar kir, ku piştî nemana çekdarên DAIŞê li Sûriyê, ew hizir dikin ku hejmara dîplomatkar û karmendên xwe li wî welatî zêde bikin û hêdî hêdî giringiyê bidin dubare avakirina Sûryê.

Matîs got jî: "Li ser astê navdewletî pere hatine peydakirin ji bo dubare avakirina Sûryê û ji bo ew pere nekevin bêrîka hin kesan de, ewê karmendên xwe bişînin wî welatî û ew karmend wê hêzên navxwe fêrî rakirina mayinan bikin".

K24
Top