• Thursday, 19 February 2026
logo

Mariya Zaxarova: Daxuyanîyên Erdoganî derbarey Esedî bê binemane

Gulan Media December 29, 2017 Nûçe
Mariya Zaxarova: Daxuyanîyên Erdoganî derbarey Esedî bê binemane
Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyanîyên serokê Tirkiyê derbarey Esedî rexne kirin û ragihand; Daxuyanyên Erdoganî bêy binemayên yasayî ne.
Marîya Zaxarova peyivdara wezareta Derve ya Rûsyayê îro di prêskonferansekî de ragihand; Herçende hikumeta Sûriyê çendîn şaşî di heyama salên bûrî da kirîne, lê bi terorist navkirina Beşar Esedê serokê Sûriyê ji alîyê Erdoganî ve, ti binema nînin û boçûnên wî ne li gorî ti dûvçûnên fermî û biryarên yasayî ne.
Zaxarovayê herwesa xuya kir; Pêdivîye hemû alî di paşerojê da li cihê zêdekirina kêşeyan li Sûriyê, kar li ser aramkirina wî welatî biken.
Rexneyên wezareta Derve ya Rûsya di demekî dane ku duh Recep Teyyip Erdogan, serokkomarê Tirkiyê Beşar Esedê serokê Sûriyê, bi terorist nav kirbû û Dîmeşqê jî di bersiva wî da, Enqere bi egerê riştina xwîna Sûrîyan nav kirbû.

Rudaw
Top