Ebadî: Di qonaxa bihê de emê bi Kurdistanê re gotûbêjê bikin
Heyder Ebadî îro Sêşemî 26ê Berfanbara 2017ê di konfransa rojnamevanî ya heftane ya xwe de amaje bi pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û paşeroja pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê kir û got: “Em bi hev re rêkevtin e ku me pêwendiyên teknîkî û pîşeyî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe, ez li dijî encamdana hevdîtina siyasî li gel Herêma Kurdistanê nînim û di qonaxa dahatî de em dê gotûbêja siyasî bikin.”
Heyder Ebadî da xuyakirin, ku wî daxwaz ji wezaretên pêwendîdar kiriye, ku gotûbêjê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Serokwezîrê Iraqê derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de jî axivî û diyar kir: “Hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê li cem me heye û em hûrbîniyê li ser dikin, niha hûrbînî li fermanberên wezaretên Perwerde û Tendirustiyê dikin û daxwaz li Herêma Kurdistanê dikin, ku bi temamî hevkariya me bike.”
Ebadî herwiha got: “Berpirsan li Herêma Kurdistanê ji min re gotin, hin kes hene ku sê mûçeyan werdigirin.”
Derbarê pirsgirêkên li ser petrola Herêma Kurdistanê jî Serokwezîrê Iraqê got: “Pêwîst e Herêma Kurdistanê di warê petrolê de alîkariya me bike, ew petrola ku niha Herêma Kurdistanê hinarde dike, têra mûçeyên fermanberan dike û zêde ye jî.”
Rudaw
