Şêx Cafer: Grûpeke YNKê xwastin Heşda Şeibî bînin Silêmanî, Hewlêr û Dihokê
Di daxuyaniyekê ji “Dengê Amerîka” re Şêx Cafer got: “Araste û grûpek di nava YNKê de hene, ku hevahengî û rêkeftina wan bi hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî re heye, wek çawa Kerkûk radestî wan kirin, dixwazin Silêmanî, Hewlêr û Dihokê jî radestî wan bikin. Tundûtûjiya di nava xwepêşandanan de jî ne ji aliyê xelkê ve bû, lê ya wê grûpê bû, ku xwastin bihane bikeve destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ta bi navê parastina ewlehî û xelkê bêne nava Silêmaniyê û hemû Kurdistanê.”
Dibêje: “Ew bûyerên ku bûne, ji şewitandina dezgehan û baregehên partiyan û xirabkirin ne daxwaza xelkê bû, belkû planek bû, ku ketin nava wan xwepêşanderan û serkirdatiya wan ji bo tiştekî din bikar dihat. Ez wê wek Kudetayê dibînim, ku armanca wan ew bû, rewşa Kurdistanê têk bidin û hevahengiya wan bi Iraqê re hebû, ta artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bînin nava Silêmanî û hemû Kurdistanê. ”
Got jî: “Ev ne plana xelkê asayî bû. Daxwaza xelkê rewa ye. Ewê derketine ji 2 hezar ta 5 hezar kes bûn, lê xelkê asayî yên nerazî bi sed hezaran e, heger xelkê asayî bûbana, ti hêzekê nedikarî li pêş hêza xelkê rawestiya.”
Şêx Cafer hişyariyê da û got: “Heta ew grûpê xayîn di nava YNKê de hebe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye, ji ber ku berdewam hevahengiyê bi Iraqê re dikin û dixwazin artêşa Iraq û Heşda Şeibî bînin nava hemû Kurdistanê, ji bo nehêştina Kurdistanê û ew destkeftên Kurdistanê.”
Li ser refrandûma serxwebûna Kurdistanê û encamên wê, Şêx Cafer got, rewşa niha ji encamê refrandûmê nebûye, lê belê berhemê xiyaneta grûpeke nava YNKê bûye, heger Mam Celal jî di jiyanê de ba, dê ew hemû siza kiribana.
Şêx Cafer, tekez dike, rojek wê bê ev kes dê werin sizakirin û diyar kir heger careke din refrandûm were kirin dê bi deh tiliyan dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bide.
K24
