• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojhilat – Bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Gulan Media December 27, 2017 Nûçe
Rojhilat – Bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
Bazirganekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Îro danê sibê bazirganê kurd yê bi navê Rehmet Silêmanzade, ku bi otomobîla xwe ji bajarê Pîranşarê diçû Mehabadê, rastî êrişa pasdarên Îranê hat.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ew bazirganê kurd hat kuştin, termê wî birin nexweşxaneya Mehabadê.

Hat zanîn ku ew bazirganê kurd 33 salî û bavê du zarokan bûye.

Basnews
Top