• Thursday, 19 February 2026
logo

Rayedarekî Gorran: Şasiwar dixwaze zarokên xelkê bide kuştin!

Gulan Media December 27, 2017 Nûçe
Rayedarekî Gorran: Şasiwar dixwaze zarokên xelkê bide kuştin!
Endamekî Civata Giştî ya Gorranê dibêje, serokê grûpa Newey Nwê Şasiwar Ebdulwahîd dixwaze zarokên xelkê bide kuştin ji ber wê jî divê baca wê bide!

Endamê Civata Giştî ya Gorranê Nizar Mehmûd li ser rola serokê grûpa Newey Nwê û karsazê kurd Şasiwar Ebdulwahîd di aloziyên vê dawiyê de, ji BasNewsê re got, Şasiwar Ebdulwahîd ji roja ku dest bi siyasetê kir, gelekî lez kir û bi reftarên xwe yên sivik xwast xelkê gij bike û zarokên xelkê bide kuştin.

Nizar Mehmûd her wiha got, ew dixwaze qaşo raperîn û serhildanê bike û neyê girtin jî! Dixwaze her tiştekî bike lê xelk baca wê bide! Ma wisa dibe! Divê bixwe baca karên xwe bide.

Şasiwar Ebdulwahîd ev çend roj in ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve bi tohmeta gijkirina xelkê û xwepêşanderan hatiye girtin, televîzyona wî, NRT jî hatiye tiqûfkirin.

Basnews
Top