Li ser hildana Ala Kurdistanê 3 efserên Kurd hatin girtin
Li gorî agahiyan, ew sê efserên Kurd li ser giliya çend fermanberên Kompaniya Petrola Bakur û bi tohmeta ku Ala Kurdistanê li ser avahiya wê kompaniyê bilind kirine, hatine desteserkirin.
Piştî giliya hin fermanberên Kompaniya Petrola Bakur li dijî wan 3 efserên Kurd, hikûmeta Iraqê tîmeke taybet ji Bexdayê ve şandiye Kerkûkê, ku ji 3 efserên bi pileyên Lîwa û Emîd pêkhatiye.
Tîma hikûmeta Iraqê derbarê wan her sê efserên Kurd de dest bi lêkolînê kiriye û îro Duşemî 26ê Berfanbarê di yekemîn civîna xwe de biryara desteserkirina wan her sê efseran daye.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, her sê efserên desteserkirî yên Kurd ên bi navê Ehmed Osman bi pilyê Muqedem, Sero Husamedîn bi pileyê Raîd û Cebar Reşîd bi pileyê Neqîb di lêkolînan de li xwe mikur hatine, ku wan Ala Kurdistanê li ser avahiya Kompaniya Petrola Bakur li Kerkûkê bilind kiriye û gotine, ku ew ji wê karê xwe poşman nînin.
Wan efserên Kurd herwiha ji tîma lêkolînê ya Bexdayê re gotine, wan li ser biryara Parêzgarê Berê yê Kerkûkê, ku wê demê serokê komîteya ewlehiya Kerkûkê bû, Ala Kurdistanê hil dane.
Derbarê mijarê de, parlamenterê YNKê li parlamentoya Iraqê Mihemed Osman ji Rûdawê re ragihand: “Yek ji efserên desteserkirî birayê min e û em dizanin ku bi hewla kê lijne bo wî hatiye pêkanîn.”
Mihemed Osman herwiha got: “Ya ku cihê xembariyê û dilgiraniyê ye, piraniya xelkê Kerkûkê û piraniya efser û karmend û polîsên wê kompaniyê heman karê birayê min kirine. Nabe ku niha komîte li ser wan bihê pêkanîn û bi kom werin cezakirin.”
Di 16ê Comteha 2017ê de hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê derbasî nav Kerkûkê bûn û Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên hikûmetê û cihên giştî yên Kerkûkê anîn xwarê.
Rudaw
