• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterekî Rojhilatî: Girtina sînor zêdetirî 2.5 milyar dolar ziyan gihandiye Îranê

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
Parlamenterekî Rojhilatî: Girtina sînor zêdetirî 2.5 milyar dolar ziyan gihandiye Îranê
Parlamenterekî Rojhilatê Kurdistanê dibêje, girtina deriyên sînorî ji aliyê Îranê ve, zêdetirî 2.5 milyar dolar ziyan gihandiye Îranê.


Komara Îslamî ya Îranê wek karvedanek li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re daxist.


Her çend ev demek e deriyê Başmaxê hatiye vekirin lê tê gotin ku Îranê ew derî tenê bo veguhestina nefta Kerkûkê vekiriye.


Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Kirmaşanê li parlamentoya Îranê, Hişmetulah Felahetpîşe ji wê yekê mukir hatiye ku daxistina deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re, 2 milyar û 500 milyon dolar ziyan gihandiye aboriya Îranê.


Li gorî wî parlamenterê Rojhilatî, ziyan ne tenê di warê aborî de belkî di warê civakî û siyasî de jî gihîştiye Îranê.

Basnews
Top