• Thursday, 19 February 2026
logo

62 fermande û mezinên Heşda Şeibî di hilbijartinan de dibin namzed!

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
62 fermande û mezinên Heşda Şeibî di hilbijartinan de dibin namzed!
Hat zanîn ku bi dehan fermaneyên Heşda Şeibî navê xwe bo hilbijartinên bê yên Iraqê tomar kirine û Komîsyona Hilbijartinan jî pesend kiriye!

Malpera erebî ya bi navê El Erebî Cedîd ragihandiye, 62 fermande û mezinên Heşda Şeibî, ku hêzeke serbazî ye û ji milîsên şîe pêk hatiye, xwe amade dikin di hilbijartinên bê yên Iraqê de bibin namzed.

Li gorî nûçeya wê malperê, namzediya wan fermande û mezinên Heşda Şeibî jî ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê ve hatiye pesendkirin. Di nav wan de serokê Heşda Şeibî Hadî Amirî jî heye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya niha gotibû, nabe ti hêzeke serbazî tevlî hilbijartinan bibe.

Hilbijartinên Iraqê meha Gulana sala 2018 tên kirin.

Basnews
Top