• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî ji bo Xristiyanan peyamek weşand

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
Barzanî ji bo Xristiyanan peyamek weşand
Bi boneya hatina cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê ragihand û got cihê ti hizreke tundrew û cudahiya olî li Kurdistanê nabe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: Li gel hatina çekdarên DAIŞê, beşekî zêde ji malên Xristiyanan ketin ber gef û jinavçûnê û mal û halên xwe li pey xwe hiştin û qesda navçeyên aram yên jêr desthilata Herêma Kurdistanê kirin. Piştî hêzên Pêşmerge karîn terorîstan jinav bibin û navçeyên wan rizgar bikin, beşek ji wan mişextan vegeriyan, lê mixabin, piştî 16 Cotmehê careke din ketin ber êrîşên Heşda Şeibî û mişext bûn.

Herweha Barzanî teqez kir, ku hebûna hizra tundrew û cudakariyê li bin her navekî be, gefeke cidî ye li ser bihevre jiyanê û ewlehî û aramiyê, û hebûna vê hijmara zêde ya mişextan li Herêma Kurdistanê belgeye li ser bilindiya nirxê pêkvejiyanê. Herweha Serok Barzanî ji xuşk û birayên kiristyan re piştrast kir ku cihê hizra terorî û cudahiya taifî û olî li Herêma Kurdistanê tine ye.

Waar.tv
Top