"Cihê Tirkiyê di nav Yekîtiya Ewropa de tine ye"
Di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan, Kurz got: "Tirkiye binpêkirinên nû beramberî mafên mirova û azadiyên bingehîn encam daye, ji ber vê yekê jî Yekîtiya Ewropa bê alî".
Şêwirmendê Ustirya (Nemsa) diyar kir, ku bi sedema ew bûyerên vê dawiyê li Tirkiyê çêbûne, cihê Tirkiyê li nav Yekîtiya Ewropa nabe û gellekî wê cê serfiraziyê be ku danûstandinên endambûna wê bên rawestandin".
Navhatî zelal kir, ku Tirkye dixwaze bandorê li revendên Tirkî bike li Ustirya (Nemsa) û Almanya û welatên din ên Ewropa û rê nede wan ku têkelî civakên gelên Ewropî bibin".
Herweha got: "Bi sedema kirîza penaberan û encamên kudetaya binketî li ser desthilata Tirkiyê û ew tedbîrên piştî kudetayê stendin, pêwendiyên Tirkiyê û welatên Yekîtiya Ewropa û rojava bi giştî, gellekî xirab bûne û hiştiye ku gellek rexne li Enqera bên kirin".
K24
