• Thursday, 19 February 2026
logo

Welatekî din balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê dibe Orşelîmê

Gulan Media December 25, 2017 Nûçe
Welatekî din balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê dibe Orşelîmê
Piştî Amerîka welatekî din jî biryar da balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bibe Orşelîmê.

Serokê Guatemalayê Jimmy Morales li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, piştî ku bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu re hevdîtin kiriye biryar daye balyozxaneya Guatemala ji Tel Avîvê veguheze bajarê Orşelîm.

Biryara Morales bo veguhestina balyozxaneya Guatemala di demekî de tê dayîn ku çend roj berê Amerîka ragihandibû, êdî ew bajarê Orşelîmê wek paytexta fermî ya Îsraîlê dibînin ji ber wê jî dê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bibin wir.

Ev biryara Amerîka rastî nerazîbûnek mezin ya welatên îslamî û erebî hatibû. Herî dawî NY li hember wê biryarê, biryarnameyek derxist ku ji aliyê 128 welatên endamên NY ve hat îmzekirin.

Ereb ji Orşelîmê re dibêjin Quds û di wê baweriyê de ne Quds paytexta Filistînê ye.

Guatemala welatekî Amerîka Latîn e ku paytexta wê jî Guatemala ye. Nifûsa wî welatî nêzîkî 13 milyon û zimanê wê fermî jî Spanyonl e.

Basnews
Top