• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê cejina Jidaykbûna Hezretê Mesîh pîroz dike

Gulan Media December 25, 2017 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê cejina Jidaykbûna Hezretê Mesîh pîroz dike
Bi minasibeta cejina jidaykbûna Hezretê Îsayê Mesih (silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyê li xûşk û birayên xwe yên mesîhî li Herêma Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê dikin, hêviya cejnek û tatîl/bihênvedaneke xweş û ram jê re dixwaz in.

Îsal jî cejina Jidaykbûnê di demekê de tê pîroz kirin ku, mixabin, hêşta bi sedhezaran xûşk û birayên me yên mesîhî digel pêkhateyên din yên olî û neteweyî li herêma Kurdistanê koçber in ku, ji ber tundûtîjî û terora rêxistina terorîstiya DAÎŞ ji devrên din yên Îraqê mal û milkê xwe bi cî hiştine û qesat Herêma Kurdistanê kirine. Tevî nemana DAÎŞê, lê ji ber bûyerên vê dawiyê û ew rewşa metirsîdara heye, bawerî û dilrehetî nîne û ew koçber nekarîne ji bo deverên xwe vegerin.

Xûşk û birayên me yên mesîhî li Herêma Kurdistanê pêkhateyeke dîrokî û dêrîn ya civaka pirengî û zengîna Kurdistan in ku, bi hezaran sale bi hev re digel pêkhateyên olî û neteweyî yên din Kurdistan binyatdanaye û bergirî jê kiriye û hemû bi hev re bi biratî û bi aşitî jiyan e.

Em hêvîdar in mesîhî û hemû pêkhateyên din yên Kurdistanê cejin û minasibetên xwe yên bên di rewşeke baştir a jiyanê û aramiyê de pîroz bikin û penaber û koçbe r jî biserferazî bo deverên xwe yên avadankirî vegerin û bi cî, mal û mikê xwe şad bibin.
Careke din cejina Jidaykbûnê li hemûyan pîroz be, cejineke bextewer û aram ji hemûyan re dixwaz in.



Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
24.12.2017
Hewlêr
Top