Heşda Şeibî li Daqûqê 25 xaniyên kurdan teqandine
Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Daqûqê yê Kerkûê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re got, piştî ku çekdarên Heşa Şeibî bajarokê Daqûq û deverên din yên Kurdistanî dagîr kirin, gelek xanî û malên kurdan teqandin û şêlandin.
Hîwa Reşîd her wiha got, ji wê çaxê ve heta niha herî kêm 25 xaniyên kurdan li Daqûqê hatine teqandin.
Wî rayedarê PDKê anî ziman ku rewşa Daqûqê gelekî xirab e û got, bajar bi temamî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin û nasnameya Kurdistanîbûna bajêr ber bi tinebûnê ve diçe.
Basnews
