• Thursday, 19 February 2026
logo

Vekolerekî îslamî: Komela Îslamî dixwaze hêza serbazî pêk bîne!

Gulan Media December 24, 2017 Nûçe
Vekolerekî îslamî: Komela Îslamî dixwaze hêza serbazî pêk bîne!
Pisporekî îslamî hişyarî da û ragihand, tirsa wê heye Komela Îslamî ya Kurdistanê hêza serbazî pêk bîne. Partiyeka îslamî jî bi tundî li dijî wê yekê ye.

Pispor û vekolerê îslamî Behmen Tahir Nerîman ji BasNewsê re got, piştî alozî û xwepêşandanên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê hinek rûdanên metirsîdar diqewimin. Yek ji wan rûdanên metirsîdar ew e ku tê gotin ku Komela Îslamî dixwaze hêza serbazî ava bike û milîsan li derdora xwe kom bike.

Behmen Nerîman her wiha got, hizra pêkanîna hêza serbazî ji aliyê partiyekê ve gef e li ser asayişa niştimanî ji ber ku pêkanîna grûpên wiha dibin sebeba derketina gûrpên radîkal û cîhadî, ev jî dikevin çarçoveya terorê.

Wî pisporê îslamî behsa ezmûna tal ya devera Hewraman kir û got, li devera Hewraman jî destpêkê hinek milîs û çekdar hebûn paşê ji wan grûpan, rêxistinên radîkal yên mîna Cundul Îslam û Ensarul Îslam derketin.

Endamê serkirdetiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) Kamil Mehmûd jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, em ti carî vê yekê qebûl nakin ku partiyeka siyasî bi serê xwe bibe xwedan çekdar û hêza serbazî.

Kamil Mehmûd her wiha got, pêwîstiya Kurdistanê niha bi wê yekê heye ku dezgehên hikûmetê binecîh bibin û hevgirtina partî û aliyên siyasî zêdetir bibe.

BasNewsê hewl da vê mijarê ji çend rayedarên Komela Îslamî bipirse lê nexwastin tiştekî bêjin.

Basnews
Top