• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandeke hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistan dike

Gulan Media December 24, 2017 Nûçe
Şandeke hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistan dike
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, îro her yek ji emîndarê giştî yê dîwana serokatiya civata wezîrên Iraqê Mehdî Elaq û cîgirê wezîrê navxwe yê Iraqê Eqîl Xez'elî serdana Hewlêrê dikin û bi wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî re dicivin.

Herdu berpirsên Iraqî wê pirsa vegera mişextan û beşdariya wan di hilbijartinan de, li gel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Ev yekem serdana berpirsên Iraqî ye ji bo Herêma Kurdistanê piştî bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî.

Ev bûn çendîn sal nêzîkî du milyon mişextên navend û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê bicî bûne.

K24
Top