• Thursday, 19 February 2026
logo

Malikî : Em qebûl nakin mafê Kurdan bê xwarin!

Gulan Media December 24, 2017 Nûçe
Malikî : Em qebûl nakin mafê Kurdan bê xwarin!
Serokê Partiya Deiwe û Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî, di hevpeyvînekî li gel Rûdawê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê kir û got: “Divê Hewlêr û Bexda li ser bingeha destûrê, dest bi gotûbêjan bikin.”



Nûrî Malikî eşkere kir, ku “nabe em di rojên derbasbûyî de bimînin û helwestên me ji ber rojên derbasbûyî jeng bigrin. Bi taybetî jî tevî ku ji me re xuya bûye ku kêmasiyên wan helwestan hene.”



Malikî li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê got: “Mijara referandumê bi biryara Dadgeha Federalî bi dawî bû, divê em rûpeleke nû vekin. Bi awayekî aşkere ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî daxwaz dikim ku dest bi gotûbêjan bikin û pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin.”



Serokê Partiya Deiwe û Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî diyar kir: “Em ji hikûmetê qebûl nakin ku mafê Kurdan bixwe û ji Herêmê jî qebûl nakin ku mafê pêkhateyên din bixwe.”



Niha tengezariyeke siyasî hemû Iraqê girtiye, weke destpêşxeriyeke ji bo jiholêrakirina vê rewşê, peyama we ji hemû Iraqê û ji Herêma Kurdistanê re çi ye?



Ev pirseke baş û giring û çarenûsaz e, li ser vê qonaxê, ji bo Iraqê weke welatek û ji bo iraqiyan jî weke hevparên vî welatî, hêsan e ku em ji rojên derbasbûyî sûd werbigrin. Nabe em di rojên derbasbûyî de bimînin û helwestên me ji ber rojên derbasbûyî jeng bigrin. Bi taybetî jî tevî ku ji me re xuya bûye ku kêmasiyên wan helwestan hene.



Divê em helwestên xwe bi kar bînin û ji bo kûrkirina pêwendiyan û yekbûna dengê gelê Iraqê, ji wan sûd werbigrin, him li Iraqê bi giştî, bi hemû pêkhateyan, him jî li Herêma Kurdistanê, ku ew birayên hemû iraqiyan in.



Iraq ji qeyranên li pey hev derbas bû. Ji dema hilweşîna rejîmê heta niha gelek qeyran bi ser me de hatin. Me gelek hewldanên şikandina pêvajoya siyasî dîtin. Lê ji ber hevkariya ku di nav pêkhateyên cuda de hebû, ku Kurd jî yek ji wan pêkhateyên sereke bû di rûbirûbûna wan astengiyan de, karîn gelek plan û hewldanên ji bo şikestanîna pêjayoya siyasî derbas bikin û destûrekê ji bo welat pêk bînin. Ew destûr jî nirxê bilind e ji bo hemû pêwendiyan ku navbera hemû aliyan rêk dixe. Herwiha me karî dawî bi rêxistinên terorê bînin ku bi navê rûbirûbûna dagirkeriyê derketin, El Qaîde hat piştre DAIŞ hat û niha jî fitneya siyasî hatiye.



Ez naxwazim qada siyasî pak bikim, çimku bêyî ramana stratejî, li gel hinek mijaran hin tiştan kirin. Kesayetekî siyasî nabe tenê li gor wê dema ku bûyereke siyasî biqewime serederî li gel wê bûyerê bike, herwiha divê siberojê jî bixwîne. Divê bipirse; Gelo siberoj di berjewendiya wê ramanê de ye ku niha di rojevê de ye, yan siberoj pêwîstî bi tiştekî kûrtir heye?



Li Iraqê pêwîstiya siberoja me bi pêwendiyek heye ku li ser bingeha baweriyê bibe. Pêwîstî bi wê yekê heye ku hîs bikin em hemû hemwelatî ne û li hember destûrê em wekhev in, bi erk û mafên me ti ciyawaziya me tine ye, ku bi Kurdî diaxivin, yan bi Erebî, yan bi Mesîhî, yan jî bi zimanekî din. Destûr ji bo me hemûyan yek e. Divê ev rastî were bicihkirin û kûrkirin, da ku dewlet li ser bingeha dewleta hemwelatîbûnê were damezrandin. Çimku dewleta hemwelatîbûnê nayê wê wateyê ku dewlet rêz li pêkhate û neteweyan nagire. Berevajî wê, bi saya sîstema demokrasiyê û pabendbûna bi vê destûrê ku gelê Iraqê deng daye, ew pêkhate ji destdirêjî têne parastin.



Ez naxwazim di rojên derbasbûyî de bimînim û gelek têbînî li ser wê tomar bikim, him li ser wê yekê ku li Herêm hatiye kirin û him jî li ser wê yekê ku li hin deverên Iraqê hatiye kirin ji bo hewldana lawazkirina pêvajoya siyasî û şikestanîn ku hate kirin û ew rewşa mezhebî mezintir kir. Herwiha dibêjim, hemd ji Xwedê re ew tişt hemû temam bûn û Iraq ma.



Wate li gor we, eger em behsa rojên derbasbûyî bikin, gelo him ji aliyê hikûmeta Iraqê ve binpêkirina destûrê hebû û him jî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve, lewma niha hûn li gel destpêkirina diyalogeke avaker in?



Ez naxwazim wê dosyeyê vekim ku kê destûr binpêkiriye. Destûr hate binpêkirin û ez naxwazim biçim nav hûrgiliyan ku ji destûrê çend li Herêm hate binpêkirin û çend lê maye. Xeletiyek qewimî. Ew çû. Ez bi awayekî aşkere dibêjim, ku mijara referandumê şaşiyek bû û rûda. Ev binpêkirina destûrê bû û qediya. Dadgeha Federalî referandumê qebûl nekir. Divê ew rûpel bi dawî bibe û rûpeleke nû were vekirin.



Hûn li gel vekirina rûpeleke nû ne, dixwazin diyalogeke avaker hebe, gelo hûn hîs dikin ku ji aliyê Bexdayê ve, ji bo destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê li ser destpêkirina diyalogê bersiv were?



Ez dibêjim ku madem ew gotinên cudabûn û referandumê qediyan, ku zirar da yekîtî û yekrêziya Iraqê, rêyeke stratejîk li ber me maye, ew jî ji wê yekê pêk tê ku em vegerin destûrê û di bin sîwana destûrê de li maseya gotûbêjan rûnin.



Ez bi awayekî aşkere, ji hikûmeta Herêmê û hikûmeta navendî daxwaz dikim ku dest bi gotûbêjan bikin û pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin. Ango tiştên ku destûr dide em didin, tiştên ku destûr distîne, em jî distînin. Ji ber vê yekê divê li herdû aliyan ev qenaet çêbibe ku divê destûr weke bingeha çareserkirina pirsgirêkan qebûl bikin. Eger destûr dibêje berpirsyariya deriyên sînorî dikeve ser stûyê hikûmeta navendî, divê ev were bicihanîn. Eger destûr dibêje divê Herêm di dahatan de hevpar bibe û para Herêm divê li gor rêjeya niştecihan bibe, divê ev were cîbicîkirin. Ez dibêjim divê em vegerin destûr û gotûbêjan. Ti hincet li ber gotûbêjnekirinê nemaye. Mijara referandumê qediya û biryara Dadgeha Federalî derket û hikûmeta Herêmê biryar qebûl kir.



Ev biryara dadgehê, dawî bi hemû hewldanên ji bo cudabûnê anî. Him li Kurdistanê be, him jî li rojava û başûr be. Iraq li gor destûrê nabe were dabeşkirin, yan jî dewlet û dewletok têde peyda bibin. Madem ew qediya, divê Kurd û Ereb di vî welatî de li ser bingeha destûrê pêkve bijîn û jê sûd werbigrin û pêwendiyên baş pêk bînin. Ne zor e ku em vegerin wê yekê ku diviyabû em bikin. Ew şaşiya ku rû da, me teşwîq dike ber bi rêya rast û herwiha rê xweş dike ji bo wê yekê ku hemû pêkhateyên gelê Iraqê bigihîjin rewşa herî baş a serederîkirina li gel hevdû.



Nêrînek çêbû ye dibêje; dema Iraq behsa destûrê dike, weke pakêtekî li destûrê temaşe nake û dixwaze tenê wê beşa di berjewendiya Bexdayê de be, cîbicî bike û ya di berjewendiya Kurdan de bi cîbicî nake. Bi nêrîna te, di qonaxa pêş de ev yek dê were derbaskirin? Tişta ku hûn niha behsê dikin dê piştî hilbijartinan jî rengê xwe bide siyaseta Iraqê?



Ez daxwaz dikim her ji niha ve û beriya hilbijartinan dest bi vê yekê bikin. Ji bo paşxistina guftugoyan ez ti hincetekî nabînim. Madam me rêz destûrê girt û pêwîstiya me bi guftugoyan heye û me rê û rêbazên nerast dane sekinandin, pêwîst e niha em dest bi guftugo bikin. Li ser hîmê hestekî hawbeş ji bo ev peywendî û şîrîkatiya ku me tîne cem hev, em dest bi guftugo bikin. Ma amanca paşxistina guftugoyan ji bo piştî hilbijartinan çi ye? Ji xwe rewşa herêmê jî li hember vê rewşê xwe ranagire. Çimku beriya li me dereng bibe, pêdaçûneke lezgîn ji bo rewşa herêmê pêwîst dike. Hikûmeta navendî jî dikare ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan hevkariya herêmê bike. lê divê herêm jî ber bi hikûmeta navendî ve bê û di çarçoveya destûrê de reftarê bike.



Tu bi xisletê xwe yê bi gotinlirûyî an ku rstgoyî tê naskirin. Bi baweriya te, kî ye nina lîstokan dike û nayê ser maseya guftugoyê, ku Nûrî Malîkî û gelek aliyên din jî daxwaz dikin? Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz daxwaz dike, Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanya jî dibêjin guftugo bikin, lê guftugo nayê kirin, çima nayê kirin?



Berî hikûmeta navendî ji bo derstpêkirina guftugoyan, redkirina encamên giştpirsiyê weke merc danî pêşiya hikûmeta Herêma Kurdistanê. Dibe ev daxwaz rast jî be. Çimku nedibû li ser bingeha destûra Iraqekî yekgirtî dest bi danûstandinan bihata kirin û ji aliyê din ve jî herêm ber bi cihêbûnê ve here.



Lê piştî biryara Dadgeha Federalî û ji aliyê hikûmeta herêmê ve qebûlkirina vê biryarê, ku bi vî awayî giştpirsî û derencamên wî temam bûn, bi nêrîna min êdî dimîne ser milê hikûmeta navendî, ku bi daxwaz û bi biryar dest bi guftugo bike. Divê bang li herêmê bike da ku li ser maseyê rûnin û pêdaçûna hemû pirsgirêkên hilavêstî bikin. Niha dem di berjewendiya çareserkirina kêşe û kêmasiyan de ye. Bi nêrîna min zêde dereng nakeve û dê di demeke nêzîk de hikûmet wê rolê bilîze.



Te bersiva pirsa min neda, armanc çi ye ku guftugo tên paşxistin? Tê gotin, ku ev yek ji bo komkirina dengên kolanên Iraqê ye. Bi nêrîna te ev yek rast e, ku li Iraqê kî li dijî Kurdan bi dengên wan di hilbijartinan de zêdetir e û iraqî bi vê kerbê li Kurdan dinerin?



Na na, em piştgiriyê nadin matiqekî wiha, ku kî zêdetir li dijî Kurdan bi ew dê zêdetir dengan bidest bixe. Piştî van bûyerên qewimîne dîsa Kurd bi awayekî asayî weke şîrîk û bira dê vegerin nav welat. Ev ne rast e ku kî zêdeti dijberê Kurdan bi ew dikare di kolênanên Iraqê de zêdeti dengan bidest bixe. Madam Kurd hatine ser rêzika destûrê, di siyaseta li hember Herêma Kurdistanê da nabe ew hişmendî serwer be. Herêm beşek e ji Iraqê ye û gelê Kurd jî beşek in ji gelê Iraqê. Peywendiyên hemû gelên Iraqê jî li ser bingeha destûrê tên birêxistinkirin. Ji lewra, dimîne ser hikûmetê ku li gel herêmê, li ser hîmê destûrê dest bi guftugo bike. Divê herêm jî encamên destûr dixwaze qebûl bike.



Ji derengxistina guftugoyan herî zêde kî ziyanê dibîne?



Madam ji bo guftugoyan amadeyî heye û nayê kirin, tevahiya Iraqê ziyanê dibîne. Lê eger di dema guftugoyand e eşkere bibe, ku aliyek ji destûrê dûr dikeve, xalên wê red dike û li hêviya tiştên din e, wê demê em hemû dê dli dijî wê aliyê bin.



Di daxuyaniya bidawîbûna şerê DAIŞê de te navê Pêşmerge ji bîr nekir. Vê yekê jî li Kurdistanê ji bo cenabê te hevsozî û hêviyek çêkir. Di sala 2010ê de Serok Barzanî di serxistina aştî û aramiya nîştmanî ya Iraqê de rol girt û Mam Celal jî bi berdewamî ev rol dilîst. Hûn ji bo aştî û aramiya Iraqê destpêşxeriyê dikin?



Ew ne çakiyeke bê beramber bu, ku min di daxuyaniya xwe de behsa pêşmerge kir. Çimku wan di beşa xwe de beşdarî şer bûn, eşîret, Heşda Şeibî, artêş û polîs jî beşdar bûn. Lewma karekî bi wîjdanî ye, ku mirov navê wan hemû hêzan bîne, ku li dijî DAIŞê çek rakirin. Gotinên min li ser vê yekê bûn û ez van gotinan li gel kesên tekildar jî dibêjim. Di encûmena siyasetdanîn û encûmena serokatiya komarê jî her van gotinan dikim. Divê em ji tişta çêbûne ezmûnan derbixin û sûdê werbigrin da ku bibe hêwina rast a paşerojekî ku tê de hemû civaka Iraqê cîh bigre, di nava proseya siyasî de Iraqê ava bike.



Bi nêrîna min jî ti kes ji bingeha li hevkirinê û çareserkirina pirsgirêkan bê par nabe. Di nava Hevpeymaniya Nîştîmanî de ji bo yekalîkirina nîştîmanî destpêşxeriyeke me hebû. Di rastiyê de yekalîkirina nîştîmanî tenê ne ji bo erebên şîe û sunnî ye, ji bo hemû pêkhateyên gelê Iraqê ye, gelê Kurd jî beşek e ji wê pêkhateyê. Lewma pêwîst e li gel Kurdan jî ji bo avakirina welatekî seqamgîr, aram û bi aştî, lihevkirin û yekalîkirin hebe.



Me hemûyan, him Kurd, him şîe û him jî sunniyan, me gelek xwîn rijand û me gelek nexweşî dîtin. Hê jî metrsiya terorê û destwerdana derve ya li ser karûbarên Iraqê heye. Bi baweriya min divê peywendiyên navbera me di astekî bilind û baş de bin, ku pêwîstiya me bi wê keyê nemîne kesên biyanî vê daxwazê ji me bikin. Lewra em iraqî bixwe bixwazin peywendiyên me yên baş hebin. Ji ber ku bername û armancên cuda yên biyaniyan li ser me hene. Divê bernameya me jî li ser lihevkirinê, lêborînê û di asta nîştîmanî de be da ku bikarin ji bo gelê xwe zêdeti xizmetê bikin. Gelê Kurd jî hêjayê gelek tiştan e.



Ji bo guftugokirina pirsgirêkên Iraqê civînekî sê serokatiyan hebû, lê hemû alî di civînê de amade nebûn û tê gotin, ku di civînê de hûn li dijî paşxistina hilbijartinan bû, ev yek rast e?



Herî zêde ez bi rijd bûm, ku hilbijartin di dema xwe de werin kirin. Dibe hinek hebin tenê li ser ziman bêjin em dixwain hilbijartin di dema xwe de were kirin lê ew ji dil nabêjin. Ez ji dil li gel pêkanîna hijartinan me. Ji ber ku dizanim paşxistina hilbijartinan dê di pêvajoya siyasî de encamên wêrankar biafrînin. Eger em hilbijartinan nekin û pêvjoya destpêkirina aştiyê ya desthilatê nebe, emê çawa bikarin hikûmet û parlamentoyekî nû ava bikin?



Di civîna sê serokatiyan de behsa pirsên din ên nîştmanî jî hatine kirin. Lê mijara serekî li ser hilbijartinan bû. Di civînê de nêrînên cuda derketin. Hinek aliyan digotin ji ber rewşa niha, ji ber rewşa koçberan, ne seqamgîriyê û rewşa Kurdistanê em nikarin hilbijartinan bikin. Lê nêrînek jî hebû, ku digot rewşa niha ji rewşa salên 2005 û 2010ê ne xiraptir e, ku hilbijartin hatine kirin. Lewma divê hilbijartin di dema xwe de were kirin.



Em rêzê ji wan kesan re digrin, ku ji ber rewşa koçberan û tiştên din daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin. Lê me ji wan re got, ku ka bêjin binasiyeke yasayî ji me re peyda bikin da ku hilbijartinan paş bixin.Me pirs kirk a binasî an jî hinceta yasayî çi ye? Di rastiyê de derket ku ti binasî an jî hincetek nîne. Lê hikûmetê biryar daye roja 12/05/2018 hilbijartin werin kirin û hinek merc jî danîne. Pirsa koçberan, avakirina herêmên wan û çekên di destê mîlîsan û çend mercên din jî. Ev biryar divê here parlamentoyê û li wir deng li ser were dayîn, paşî were ber destê serokatiya komarê û li wir destûr jê re derbikeve. Ez nizanim ka dê parlamento qebûl bike ku roja 12ê Gulana 2018ê hilbijartin werin kirin. Dibe qebûl jî neke.



Ez eşkere bo te bêjim, ku di civîna hersê serokatiyan de piranî li gel wê nêrînê bûn, ku hilbijartin werin kirin. Lê mijar hê jî zelal nebû ye. Divê ev yek di dema civîna parlamentoyê de were zelalkirin.



Bi nêrîna te giringiya vê hilbijartinê çi ye û dikare di paşeroja Iraqê de çi tiştan biguhere? Ji bo Iraqa piştî hilbijartinan xeyalên te çi ne?



Ez jî weke hemû çavdêr û siyasiyên din ên beşdarî pêvajoya siyasî dibin, ku baweriya me bi demokrasiyê heye, ji bo destguhertina desthilatê bi şêweyekî aştiyane, gelek giringî didin hilbijartinan. Çimku rêveçûna hilbijartinan û encamên wê çawa bin, pêvajoya siyas jî bi wî awayî dibe. Ez piştgiriyê didim hizrapiraniya siyasî. Piraniya siyasî nayê wateya piraniya şîeyan, an sunni yan jî Kurdan. Piraniya siyasî ew e, ku ji şîe, sunnî, Kurd, krîstiyan, Tirkmen, Şebek, Sabiî û Êzidiyan pêktê. Vêca ev piraniya siyasî dê çawa bê pêkanîn? Bêguman dê bi riya hilbijartinan be.



Eger hemwelatiyên me giringiya çareserkirina van kêşeyan fam bikin, ku ji dema damezrîna dewleta Iraqê heya niha heye û navê wî lihevparîkirine. Ev parîkirin an ku li hevparkirina xerap qet sîstemekî siyasî û hikûmetekî bi seqamgîr ava nake. Wê demê divê em di çarçoveyekî demokratîk de xwe jê rizgar bikin.



Demokrasî dibêje, ewê piraniya siyasî bidest xistibe, dikare hikûmetê pêk bîne û ewên din jî diçine parlamentoyê, dibine opozîsyon. Bidestxistina piraniya siyasî divê bi rêya hilbijartinan ve be. Bi awayeke aştiyane bi destxistina desthilatê jî tenê bi riya hilbijartinan dibe. Eger hilbijartin rawestin, emê bikevine nava tunelekî bê çareser û tenê ew rê bimîne, ku Neteweyên Yekbûyî destwerdanê bike.



Di dema derbasbûyî de nakokiyên we yên li gel Herêma Kurdistanê çend kûr jî bibin we şandina dermanan nebiriye û we gelê Kurdistanê wiha bi kom ceza nekiriye. Bi nêrîna tee v cezakirina bi kom taktîk e yan exlaqekî siyasî ye?



Beriya hemû tiştan gelê Kurd gelê me ye. Min ji serkirdeyên Kurd re jî gotiye, tişta ji bo Kurdan tê xerckirin vala naçe. Çimku Kurdan di dirêjahiya dîrokê de gelek êş û jan kişandine û gelek qurbanî dane. Ji enfalê heta kîmyabaranê û şerê çiyayan. Lê dema em hatine nav dewletekî destûrî, ku tê de peywendiyên di navbera pêkhateyen, parêzgehan û herêmê nasnameyekî fermî wergirt û ev xal hatine rêkxistin, wê demê riya baş ew e, ku serwet û samanên Iraqê, bi tevê başûr, bakur û naverastê wî, di cihekê de werin komkirin, ku jê re dibêjin bûdce.



Di nava vê bûdceyê de dahatên Iraqê tên komkirin û li gor rêjeya nîştecihên bajar û herêman tê parvekirin. Kurd beşa xwe werdigrin, ku di dema xwe de weke %17 hatibû diyarkirin. Niha hikûmet dibêje rêjeya nîştehan kêm bûye. Ev pirs ji parlamentoyê re hatiye hiştin. Lê di nava bûdceyê de tiştekî bi navê mûçeyên fermanberan an mûçeyên pêşmergeyan nîne. Tenê ev yek heye, ku para Herêma Kurdistanê %17 ye. Ev pişk an jî par digihe destê hikûmeta herêmê û ew bi xwe jî di nava xwe de xerc dikin û didin mûçeyên fermanberan ên pêşmergeyan û ji bo avadankirinê, avahîsazî û çandin û pîşesaziyê bikar tînin.



Pir mixabin, mijara mûçeyan ji aliyê hinek birayên siyasî yên Kurd ve pir bi xirabî hate bikaranîn û gotin hikûmeta Iraqê mûçeyên me birîne. Ti bernameyeke me ya bi navê birîna mûçeyan an ku meaşan nîne. Tenê para me heye, ku ew jî % 17 e û didin Herêma Kurdistanê. Li ser şêwazê xerckirinê ew bi xwe biryarê didin. Li hember vê, pêwîst e herêm jî dahata petrola ku berhemtîne bişîne nav bûdceya dewletê. Wate petrola xwe didin û li beramber de % 17 bûdceya xwe werdigrin. Vêca eger 100 hezar bermîl bifiroşin an milyonek bermîl, ew her % 17ê xwe werdigrin. Ev yek dihêle peykera dewletê bi hev ve girêdayî be, ku ew jî bi komkirina tevahî dahatan û parvekirina wan a li ser bingehê rêjeya nîştecîhan e.



Lewma, tiştekî me yê bi navê birîna meaş û dermanan nîne. Lê mixabin, ev 4 sal in herêm petrolê difiroşe û dahata wê naxe ser bûdceya dewletê. Lewma asayî ye, ku dema hikûmet û parlamento bûedceyê diyar dike, temaşe bike rêjeya dahata ji herêmê. Eger rêjeya dahatê sifir be, wê demê dikare rêjetya bûedceyê jî difir dayne. Ma ji vê yekê dê kî zirar bike? Hemwelatî, pêşmerge û fermanberên Kurd dê zirar bikin. Ji lewra pêwîst e birayên me yên li Herêma Kurdistanê hizra xwe bikin û di çarçoveya yasayî û destûrî de kar bikin. Eger dahata petrola herêmê ji 100 hezar bermîlan kêmtir jî be dê dîsa para xwe ya % 17 werbigrin. Çimku, çi Ereb be û çi Kurd, mafê gelê Iraqê ye, ku bi awayekî wekhev û yeksan ji bûdceya dewletê sûdmend be.



Wate tu birîna derman û bûdceya Herêma Kurdistanê rast nabînî, ku niha hikûmeta Iraqê dike? Tu ji bo vekirina deriyan, li hevkirinê û derbaskirina vê rewşê hewl didî?



Ez li dijî birrîna alîkarî û para Kurdistanê me. Lê divê bi zelalî û eşkere bêjin, ev jî bi wê mercê çêdibe, ku herêm jî divê dahatên xwe bişîne. Eger ew dahat hate şandin, divê hikûmet jî para herêmê bi temamî bişîne û weke beşên din ên Iraqê, haya wî ji herêmê hebe.



Gele kes li hember eda û helwesta Mam Celal a li Iraqê mat mayî bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan destpêşxerî kiriye. Hûn jî daxwaza li hevkirina nîştmanî dikin. Çima nabî navbijiwan an ku hakem û eger sernekeft jî di civîneke çapemeniyê de eşkere nakî ka kî ye çareseriyê naxwaze?



Di serokatiya komarê de civîneke li ser vê mijarê hebû, ka em çawa dikarin vê ava şilû ya di navbera herêm û hikûmeta navendî de safî û zelal bikin. Me ji Serokomar Dr. Fûad Mehsûm daxwaz kir, ku herdu aliyan vexwîne danûstandinan û ew bi xwe jî amade be. Me xwest li ser hîmê destûrê guftugoyekî cidî dest pê bike. Bi baweriya min birêz Serokomar bi vê rolê radibe. Hêvî dikim hikûmeta navendî û herêm bersiva rûyniştina lis er maseya diyalogê bidin û di çarçoveya destûrê de danûstandinan bikin.



Eger aliyê Iraqê bersiv nede, weke Nûrî Malîkî, ku ji ber paşeroja xwe, li ser post jî nebî bandorekî te heye, tu dê wiha rûnî û ji televîzyonê temaşeyê mijaran bikî yan dê helwesteke te hebe?



Baweriya me bi yekîtiya xak û gelê Iraqê bi tevê gelê Kurd heye, lewma emê ranewestin û bi berdewamî emê hewl bidin nêrînan li hev nêzîk bikin, ji bo çareseriyê rê û rêbazan peyda bikin. Emê pêvajoya avakirinê, dabînkirina xizmetguzariyan û sepandina seqamgîri li tevahiya Iraqê kar bikin. Bi hêviya Xwedê emê bi berdewamî guvaşê bidin ser hemû aliyan da ku di bin seywana destûrê de hev bibînin, bicivin û mafên xwe werbigrin. Em qebûl nakin hikûmet ti mafekî Kurdan bixwe û em ji herêmê re jî qebûl nakin mafê pêkhateyênd in bixwe. Em hemû jî dê peywendiyên xwe li ser bingeha destûrê rêkbixin.



Wate hûn li dijî wê yekê ne, ku êş û azardana Kurdan bibe alavê komkirina dengên hilbijartinan?



Hişmendî û rêbaza êşandina Kurdan ji bo komkirina dengan, ji aliyê exlaqî, nîştmanî û şer'î ne ne rast e. Maf bi neheqî nayê daxwazkirin. Pêvajoya siyasî bi wî şawazî birêve naçe, ku bi cezakirina gel deng bidest bixin. Pêvajoya rast a siyasî ew e, ku pêwîst e em fêr bibin ka gelo çawa dikarin xwe bigihînin asta îradebûnê û bikevin nav dilê hemwelatiyan. Ew jî bi pêşkeşkirina proje û çareserkirina kêşeyan dibe, ne ku li ser armanca alozkirina pirsgirêkan û sûdwergirtina wan guvaşên li ser hinek serkirdeyên Kurd.



Li gor pêşbîniya te helwesta Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê ya li hember Iraqê dê çi be?



Tişta min ji daxuyaniyên fermî yên Amerîka, Brîtanya, welatên Ewropa û yên Erebî û Îslamî bihîstiye, hemû alî jî balê dikişin ser pêwîstiya guftugoyan. Cîhan bi ezmûna xwe ya kûr a demokrasiyê têdigihe, ku pirsgirêk bi lûleya tifingan, bi tang û topan çareser nabe, berovajî bi riya guftugo, mantiq û karkirina di çarçoveya destûr û yasayan de çareser dibin, ku şêweyê peywendiyên din navbera pêkhateyên gelê Iraqê têde hatiye rêkxistin. Bi baweriya min niha hemû cîhan daxwaz dike ji bo destpêkirina guftugoyan lez bê kirin û peywendiyên herêm û hikûmeta Iraqê asayî bibin.



Xelk ji şerê mezhebî û tayfî û herwiha ji nakokiyên berdwam ên Bexda û Hewlêrê, bêzar bûye. dibe weke partiya mezin a şîeyan li gel partiya mezin a Kurdan li hev bikin da ku ji bo hemahengiya siyasî û derbaskirina qeyranan mekanîzmayekî daynin?



Bêguman çê dibe û pêwîstî jî heye aliyên birêz, bi dostanî û biratî bi hevre kar bikin da ku hemahengiyeke nû bikin û hevûdin temam bikin. Pêwîstî heye projeyekî nîştmanî ya iraqî ava bikin, ku yekîtî û serweriya Iraqê û berjewendiya tevahiya iraqiyan biparêze. Herwiha wan hestiyarî û nakokiyan jî bidawî bike, ji ber hinek helwest û reftarên tayfî derketine holê.



Pêwîst e em tev de li ser bingeha nîştmanî kar bikin û xwe ji karê tayfî û mezhebî dûr bixin. Hemû iraqî weke hev in, vêca çi Kurd be yan êzidî, yan musliman an jî şîe û sunnî. Eve w erkê me ye, ku em li ser kar dikin û li gel hemû birayên xwe jî li ser vê yekê diaxivin. Bi riya we ez berê gotinên xwe didin partî û tevgerêmn Kurdî, ji Partiya Demokrata kurdistanê bigre heta Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê, ji Goran heta Komela Îslamî û hemû partiyên din ên Kurdî. Ez ji wan daxwaz dikim her yek ji aliyê xwe ve, ber bi vê projeya nîştmanî ve gavan biavêje. Em proje mafan misoger dike û nahêle ziyan bigihe şîrîkên vî welatî.

Rudaw
Top