YNK: Bila Gorran li Silêmaniyê jî bibe opozîsyon!
Parlamenterê YNKê li parlamentoya Kurdistanê Ebas Fetah ji BasNewsê re got, madem Gorran biryar daye ji hikûmetê vekişe bila ji rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê jî vekişe.
Ebas Fetah her wiha got, ma dibe tu ji hikûmetê vekişî lê kursiya parêzgariyê di destê te fe be! Em tênagihên Gorran dixwaze çi bike.
Wî parlamenterê YNKê bang li Gorranê kir, çawa ji hikûmeta Kurdistanê vekişyaye û bûye opozîsyon bila li parêzgeha Silêmaniyê jî bibe opozîsyon û ji tevahiya dezgehên hikûmetê vekişe.
Gorranê dabû zanîn ku ew tenê li hember PDK û Hewlêrê dibe opozîsyon lê li Silêmaniyê wisa nake!
Basnews
