Mamostayeka kurd bi zaroka xwe ya sava ve diçe zîndanê!
Sala 2015 û di dema şerê xendeqan li Bakûrê Kurdistanê, mamostayeka kurd bi navê Ayşe Çelîk, ji bajarê Diyarbekirê bi telefonê tevlî bernameyeka televîzyonî bibû û daxwaz kiribû, raya giştî ya Tirkiyê û medyaya wî welatî bûyerên ku li Bakûrê Kurdistanê diqewimin, zêdetir ciddî bigirin û bibînin.
Ayşe Çelîk her wiha gotibû, li hember mirina zarokan û kuştina mirovên bê guneh bêdeng nemînin, bila êdî zarok nemirin, bila dayîk negirîn…
Ew mamosta ji ber wan gotinan û bi hêceta ku propagandeya PKKê kiriye, rastî lêpirsînê hatibû û jê re salek û 3 meh zîndan hatibû xwastin, cezayê îsal payîzê hat pesendkirin.
Li gorî agahiyan, mamosta Ayşe du meh berê bû dayîk û keçek anî dinê. Çend roj berê jî dadgehê jê re ragihand ku divê di nav 10 rojan de xwe radestî rêveberiya girtîgehê bike.
Basnews
