Jêderekê ji civata siyasî ya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, li ser pirsa vekişîn yan mana wê hizbê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji nûçegihanê Kurdistan24ê re ragihand: "Piraniya endamên civata siyasî ya Yekgirtûya Islamî li gel wê yekê ne ku wezîrên Yekgirtû di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bimînin".
Berî niha Her yek ji Tevgera Goran û Komela Islamî vekişîna xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibûn.
K24